HSD: Komên girêdayî Samê ji Zîbanê hatin derxistin: 24 kustî, 31 birîndar
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû hêzên girêdayî rejîma Sûriyê yên rojek berê ji bajarê Meyadînê ketibûn bajarokê Zîbanê yê Dêrazorê hatine derxistin.
Di daxuyaniya HSDê de hatiye ragihand ku di pevçûnên şeva borî de 4 şervanên wan can dane, 20 çekdar hatine kuştin û 31 çekdarên girêdayî Şamê jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya HSDê de wiha hate gotin: “HSDê di saetên şeva berê de çeteyên rejîma Şamê yên ji bajarê Meyadînê yê li rojavayê çemê Firatê ketine bajarokê Zîbanê, derxistin. Di encama wê de, di navbera hêzên me û çeteyên ku xwe li malên welatiyan û mizgeftên bajarok veşartibûn şer çêbû. Di pevçûnan de 20 çete hatin kuştin û 31 çete birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyên Meyadîn û aliyekî Dêrazorê yê di bin kontrola rejîmê de. Di bersivdana êrîşa terorîst de 4 şervanên me şehîd bûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin