Meytên her neh welatiyên di encama êrîsa Tirkiyê de hatin kustin ber bi cihên xwe ve tên birêkirin

21 July 2022 11:33 0 dîtin
Meytên her neh welatiyên di encama êrîsa Tirkiyê de hatin kustin ber bi cihên xwe ve tên birêkirin

PeyamaKurd – Îro meytên her neh welatiyên di encama êrîşa Tirkiyê ya li Zaxoyê de hatin kuştin, ji Duhokê ber bi cihên xwe ve tên birêkirin.

Li gor zanyariyan: “Îro meytên 9 welatiyên ku li gundê Perexê di topbarana Tirkiyê de hatine kuştin, ji Duhokê bo Hewlêrê tên şandin û piştre ber bi cihên xwe ve tên birêkirin.”

Herwiha hat ragihandin: “Termê wan welatiyan, li Bijîşkiya Dadî ya Duhokê bi amadebûna Parêzgarê Duhokê û hejmarek ji berpisên din, bi merasîmekê ber bi Hewlêrê ve tên birêkirin.”

Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî eşkere kiriye: “Piştî wê bûyerê, li Zaxo û Duhokê çareseriyên bijîşkî yên pêwîst ji birîndaran hatin kirin. Şeva borî her yek ji Wezîrê Derve, Serokerkanê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Serokwezîrê Iraqê gihîştin Duhokê û termê qurbaniyan bo Hewlêrê tên şandin, ji wir jî ber bi Bexdayê ve tên birêkirin.”

Herwiha Teter daye zanîn: “Em bi tundî vê topbarana Tirkiyê şermezar dikin ku bû sedema kuştina 9 welatiyên û birîndarbûna 23 kesên din û daxwaz dikin ku Tirkiye û PKK şerê ji Herêma Kurdistanê dûr bixin.”