Iraq: Em ê sandekê bisînin Tirkiyê ji bo veguhestina meytên 6 welatiyên Iraqê
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf diyar kir, ew şandekê dişînin Tirkiyê, da ku karûbarên veguhestina meytên 6 welatiyên Iraqê, ku li Tirkiyê di bûyereke trafîkê de can dabûn, pêk bînin.
Li gor Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf da zanîn, Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê şandeke balyozxaneyê raspartiye ku rêkarên pêwîst ji bo vegerandina termên wan welatiyên Iraqê cîbicî bikin, ku di encama bûyereke trafîkê de li Tirkiyê can dabûn.
Ehmed Sehaf destnîşan kir: “Termên şeş welatiyên Iraqê li Tirkiyê ne û Balyozxaneya Iraqê ya li Iraqê hemû hewlên xwe dide ji bo vegerandina wan.”
Hêjayî gotinê ye, roja 24ê Tebaxa 2022yan, li navçeya Marmarîs a ser bi parêzgeha Mugla ya Tirkiyê, di encama bûyera trafîkê de 6 kesan can dan û 6 kes jî birîndar bûn. Bûyer di saetên êvarê de rû dabû ku otomobîla safariyê (geşta nav daristan û çolê) li nêzîkî Seyîr Terasî ya li ser rêya Datçayê qulipîbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin