Iraqê bertek li hemberî êrîsa Tirkiyeyê da

16 June 2020 09:24 0 dîtin
Iraqê bertek li hemberî êrîsa Tirkiyeyê da

PeyamaKurd Weke yekemîn aliyê Iraqê yê fermî Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, li hember êrîşên Tirkiye yên li ser Başûrê Kurdistanê bertek nîşan da.

Fermandariyê, êrîşên Tirkiyeyê şermaz kir û ragihand, ‘’divê ev êrîş bên rawestandin’’

Di daxuyenîyê de, sereke armanca van êrîşan kampên penaberên nêzîkî Mexmûr û Şingalê hatiye dîtin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, êrîşa Tirkiyeyê êrîşek prokatîv bi nav dike û dibêje ev yek, ‘’ binpêkirineke eşkere ya serweriya Iraqê’’ ye.

Di berdewamiya daxuyeniyê de, daxwaza rawestandina êrîşan tê kirin û didin zanîn ku ew jî ji bo hevkariya herdu welatan û kontrolkirina rewşa ewlehiyê ya li ser sînorê hevbeş amade ne.

Tirkiyê 14 pûşperê operasyonek bi navê Penceya Baz li ser PKK’ê dest pê kir û li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê, balafirên wan yê şer Mexmûr, Qendîl, Şingal, Avaşîn, Zap, Basyan û Qereçûx bombebaran kirine.

Tirkiye daye zanîn ku di operasyonê de 81 cîh hatiye hedefgirtin.

Di encamên van êrîşan de ti kesî can neda ye, tene li Çiyayê Şingalê 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûne.