Umêd Xosnaw: Êrîsa nijadperestên Tirk hestên me hemûyan hejand
PeyamaKurd – Parêzger Umêd Xoşnaw, li dîwana parêzgeha Hewlêrê pêşwazî li malbata Kurd kir a ku çend roj berê li Tirkiyê rastî êrîşeke nijadperestên Tirk hatibû.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, îro 17.05.2021ê danê sibê, pêşwazî li malbata Kurd a ku berî çend rojan li Tirkiyê rastî êrîşeke nijadperestî bûbû kir û piştî civîna bi malbatê re, di civîneke çapemeniyê de daxuayniyek derbarê wê de da û diyar kir: ‘‘Ev bûyera pêk hat, hestên me hemûyan hejand. Ji ber ev destdirêjî ye li ser takê Kurd û rûmeta mirovahiyê. Piştî bûyerê jî me û berpirsên Herêma Kurdistanê, em hatin deng û li dû bûyerê ketin û balyozê Tirkiyê li herêma Kurdistanê jî hate deng û pişt re tawanbar hatin girtin.’’
Herwaha destnîşan kir: ‘‘Polîs û Hikûmeta Tirkiyê piştrastî da me ku canê hemwelatiyên me dê selamet be. Em li gel Tirkiyê du cîranên girîng in.’’
Endamekî wê malbatê yê bi navê Bêstûn jî da zanîn: ‘‘Piştî bûyerê, hemû berpirsên Herêma Kurdistanê bi deng hatin û pişt re jî alîkariya me kirin, ku hem li Tirkiyê, hem jî li Kurdistanê çareserî ji bo me bê kirin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin