Tirkiyê 2 kesên li Sakarya êrîsî karkerên Kurd kiribûn serbest berdan

08 September 2020 10:45 0 dîtin
Tirkiyê 2 kesên li Sakarya êrîsî karkerên Kurd kiribûn serbest berdan

PeyamaKurd - 2 kesên nijadpeserest ên Tirk li bajarê Sakarya ya Tirkiyê êrîşî karkerên Kurd kiribûn, hatin berdan.

Li Sakarya 2 kesên bi hestên nijadperestî êrîşî karkerên demsalî yên ji Mêrdînê çûbûn Sakaryayê findiqan kom bikin kiribûn, hatibûn binçavkirin. Herdu kesên sewqî edliyê hatin kirin û îfadeyên wan  hatin girtin, bi şertê kontrola adlî hatin berdan. 

Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê, di koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê de, di derbarê K.C. û H.C. ên êrîş kiribûn de, bi îdîaya “gef xwarin” û “birîndar kirinê” biryar binçavkirinê dabû. Bersûcên ji aliyê eskeran ve hatibûn binçavkirin, dûre sewqî adliyê hatin kirin. Herdu kes piştî îfadeya wan a li dozger hat girtin, sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Dadgeha nobedar bi şertê kontrola adlî, herdu kes serbest berdan.