Li Bane kolberek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kustin
PeyamaKurd – Pasdarên Îranê, li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberek kuştin.
Malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, do li devera Biroşkanê ya Bane pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan û di encama wê êrişê de kolberekî 48 salî bi navê Hamid Emînpûr hat kuştin.
Kesekî nêzîkî wî kolberî daye zanîn, cenazeyê wî îro hat dîtin ku çend gule li zikê wî ketibûn.
Ew kolberê ku hatiye kuştin, xelkê bajarê Seqizê û bavê 6 zarokan bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin