Kolberekî Kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kustin
PeyamaKurd - Li bajarokê Serpêla Zehaw yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, roja 26ê vê mehê li devera Teng Hema ya bajarokê Serpêla Zehaw li parêzgeha Kirmaşan, komek kolber rastî êrîşa pasdarên Îranê hatin.
Li gorî zanyariyan, di wê êrîşê de kolberekî Kurd bi navê Qubad Rehmanî (28 salî) û xelkê gundê Remk yê Kirmaşanê hat kuştin.
Herwiha li gorî amarên Hengawê, di heyama meha borî de herî kêm 24 kolberên Kurd di êrîşa pasdarên Îranê de hatine kuştin û birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin