Di êrîsa pasdarên Îranê de 2 kolberên Kurd birîndar bûn
PeyamaKurd - Pasdarên rejîma Îranê li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê êrîşî komek kolberên Kurd kir ku di encamê de du kolber birîndar bûn.
Malpera mafên mirovan Hengawê ragihandiye ku îro 13ê Tebaxê danê sibê li zozana sînorî ya Beytûş li nêzîkî bajarê Serdeştê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.
Di êrîşê de kolberek bi guleya pasdaran birîndar bû û yek jî ji bo ku ji êrîşa pasdaran rizgar be, xwe di zinarekî bilind de avêt û birîndar bû.
Navê kolberê ku bi gule birîndar bûye Soran Resûlî û xelkê gundê Kanî Reş yê Serdeştê ye û navê yê din jî Celîl Zeynî û xelkê Serdeştê ye. Tê gotin ku rewşa Soran Resûlî baş nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin