Li keça Serokomarê berê yê Îranê Refsencanî 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn

10 January 2023 13:57 0 dîtin
Li keça Serokomarê berê yê Îranê Refsencanî 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn

PeyamaKurd Feyze Haşimî piştî ku di xwepêşandanên Jîna (Mahsa) Emînî de hatibû binçavkirin, bi tohmeta “xerabkirina aramiya giştî” û “propaganda dijî rejîmê” hatibû binçavkirin.

Hat ragihandin, Faîze Haşimî keça Serokomarê berê Alî Ekber Haşimî Refsencanî ku ji ber protestoyên piştî mirina Jîna (Mahsa) Emînî li Îranê destpê kiribûn hatibû girtin, 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Parêzera Haşimî Nîda Şems li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, muwekîla wê bi tohmeta “propagandaya li dijî rejîmê” û “xerabkirina aramiya giştî” 5 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Şems destnîşan kir, rêya îtiraza biryara dadgehê vekiriye û dikare îtîraz bike.

Şems diyar kir, keça Serokkomarê berê Rafsencanî Faîze hîna di girtîgehê de ye û diyar kir, dozên din jî li dijî wî hatine vekirin.

Feyze Haşimî di xwepêşandanên ku di 27ê Îlonê de piştî mirina Jîna Emînî li paytext Tehranê destpê kiribûn, bi hinceta "teşwîqkirina xwepêşanderan" hatibû binçavkirin.

Berdevkê Dezgeha Dadwerî Mesud Setayeşî di 11ê Cotmehê de ragihandibû, Haşimî bi tohmeta “xerabkirina aramiya giştî” û “propagandakirina li dijî rejîmê” hatiye girtin.

Feyze Haşimî di van salên dawî de bi rexne û tohmetbarkirinên tund li dijî hikûmeta welêt derketiye meydanê, di axaftina xwe ya li konferanseke ku sala 2017an li Zanîngeha Zencanê li dar xistibû de gotibû, “Çawa ku ez di serdema Şah de li dijî qedexekirina hîcabê derketim, ez niha jî li dijî vê yekê me ku mecbûrî be."

Haşimî di axaftina xwe ya Çileya 2021ê de ragihandibû ku ew piştgirî didin zextên Amerîkayê yên li ser Îranê û ji gelek derdoran û derdora wî jî di nav de bertek nîşan dabûn.

Haşimî di axaftina xwe ya meha Nîsanê de gotibû, divê Artêşa Pasdarên Şoreşê di lîsteya cezayên Amerîka de bimîne.