Cezayê îdamê ji bo cîgirê serokomarê Îranê yê berê hat dayîn
PeyamaKurd – Ji bo cîgirê berê yê serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Şaredarê berê yê Tehranê Muhammed Elî Necefî cezayê bidarvekirinê hat dayîn.
Berdevkê Daraza Îranê Gulam Huseyîn ragihand ku ji bo Necefîyê ku tawana kuştina jina xwe îtiraf kiriye cezayê îdamê hatiye dayîn.
Berdevkê Daraza Îranê li civîneke rojnamevanî ev agahî li medya Îranê belav kir û diyar kir ku rêya îtiraza temyizê bo parêzerên Necefî vekiriye.
Muhammed Elî Necefî 28ê Gulan a îsal jina xwe ya duyem Mitra Ostad bi çekê kuştibû û piştre jî teslîmî hêzên emnî bibû û mikurhatina wî jî di televizyona dewletê de hatibû belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin