Komîteyeke bilind a Iraqê ji bo lêkolînkirina êrîsa mosekî ya Îranê li Hewlêrê ye

20 March 2022 14:01 0 dîtin
Komîteyeke bilind a Iraqê ji bo lêkolînkirina êrîsa mosekî ya Îranê li Hewlêrê ye

PeyamaKurd – Îro 20ê Adarê Yekşemê komîteyeke bilind a lêkolînkirina êrîşa moşekî ya Îranê bi ser Hewlêrê de, gihîşt Herêma Kurdistanê û dest bi xebatên xwe dike.

Di komîteyê de Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî, Serokerkanê Artêşê Ebdul-Amir Yarallah û Serokê Dezgeha Ewlekariya Niştimanî General Neîm Şatrî û hejmarek efser û berpirsên ewlekarî û leşkerî yên Iraqê cî digirin.

Komîteya Iraqê ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û hejmarek berpirsên hikûmetê ve hat pêşwazîkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 13ê Adarê bi 12 moşekên balîstîkî êrîş li ser Hewlêrê hate kirin û di encamê de ziyanên madî gihîşt hin deverên sivîl ku Supaya Pasdarên Îranê berpirsiya xwe ya wê êrîşê ragihandibû û îdia kiribû wan navendeke îstixbarata Îsraîlê kiriye armanc.

Berpirsên Herêma Kurdistanê ji bo derxistina rastiyan û pûçkirina hincetên Îranê ji Iraqê û civaka navdewletî daxwaza komîteyên lêkolînê kiribû.