Piziskiyan: Me ji bo plana stratejîk bi Iraqê re komîteyeke bilind ava kir
PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, di civîna hevpar a rojnamevanî ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mihememd Şiya Sûdanî de got, ji bo amadekirina plana stratjîk a navbera herdu welatan komîteyeke bilind hatiye pêkanîn.
Pizişkiyan diyar kir, ew dê piştî vegera xwe jî, ji bo çarserkirina kêmasiyan bi Iraqê re di nav pêwendiyê de be.
Pizişkiyan wiha axivî: “Sipasiya serokwezîr, Sûdanî dikim, hevdîtineke me ya baş hebû, ez kêfxweşim ku wek serokomarê Îranê serdana me ya yekem ya Iraqê bû. Me lihevkirin û peymanên aborî gotûbêj kirin. Hevtêgihiştineke baş di navbera me de hebû. Em hewla xutkirina pêweniyên navbera xwe di hemû waran de didin da ku bigihîje asta welatên pêşketî.
Hevdem me ji bo amadekirina plana stratejîk komîteyeke bilind pêk anî, em li ser rêkeftinên girîng yên navbera herdu welatan kar dikin, ji bo hemberderketina grûpên neyasayî, pêwîsete em li ser xalên lawaz kar bikin û wan çareser bikin. Dema vegera Îranê de jî, pêwendiya me digel birayên min ên li Iraqê berdewam dibe ji bo çaerserkirina kêmasiyan, her astengiyek jî derkeve pêş, em dê ji bo çareserkirina wê hewl bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin