Îdda: “Amerîka, Fransa û Brîtanya ji bo êrîsî Sûriyê bikin...!”
PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li ser geşedanên Sûriyê daxuyaniyek da û got ku Amerîka, Fransa û Brîtanya ji bo êrîşî Sûriyê bikin; amadekariyan dikin.
Di derbarê mijarê de Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgot Konaşenkov daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha got: “Niha heye ku li Idlibê operasyonek were lidarxistin. Çekdarên li Idlibê jî hewl didin ku bi çekên kîmyewî êrîşî sivîlan bikin. Piştre jî wê hukûmetê sûcdar bikin. Di bin rêberiya Şirketa Îngîlîzan ya leşkerî ya bi navê Olive de, komeke ku ji bo çekên kîmyewî bi kar bîne hatiye perwerdekirin niha gihaye Idlibê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin