Fransa: Tirkiye êrîsî Yûnanê bike em ê pistevaniya Atînayê bikin
PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna beriya serdana xwe ya paytexta Yûnanistan Atînayê ji rojnameya Kathimerînî ya Yûnan re axivî û derbarê gefên Tirkiyê yên leşkerî bo Yûnanistanê de daxuyanî dan.
Colonna di hevpeyvînê de got ku heger Tirkiye êrîşekê dijî serweriya Yûnanistanê pêk bîne, ew dê helwesta xwe li ser piştevaniya Atînayê nîşan bidin û ev yek jî naguhere.
Wezîra Fransî herwiha fikarên xwe yên bo helwesta Tirkiyê ya derbarê koçberan de ku dijî Yûnanistanê bikar tîne jî anî ziman û got, divê hemû kêşeyên navbera Tirkiye û Yûnanistanê bi rêya dîyalogê werin gotûbêjkirin ku ew alîgirê dîyalogê ne.
Clonna herwiha diyar kir ku Tirkiye û Belarûs pirsgirêka koçê wekî alaveke têkdana îstiqrara Ewropayê bikar tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin