Samê pêswazî li encama Lûtkeya Sêalî kir: Nabe ne Tirkiye û ne aliyekî din êrîsî Sûriyê bike!

20 July 2022 16:01 0 dîtin
Samê pêswazî li encama Lûtkeya Sêalî kir: Nabe ne Tirkiye û ne aliyekî din êrîsî Sûriyê bike!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdat ku li paytexta Îranê Tehranê ye, ragihand ku ew pêşwaziyê li civîna doh Sêşemê ya sêalî ku di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de bi formata Astana hatiye encamdan dikin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di civîneke rojnamevanî ya ligel hempîşeyê xwe yê Îranî Husên Amir Ebdullahiyan de got: “Em pêşwazî li daxuyaniya dawiyê ya civîna sêalî dikin ku bi awayekî hevseng derket û tekeziyê li ser biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî yên taybet bi Sûriyê dike.”

Miqdad diyar kir: “Nabe ne Tirkiye û ne aliyekî din êrîşî ser Sûriyê bike, ji ber ku dê alozî derbikevin û bandorê li pêwendiyên her du gelan bike. Destwerdana hovane di karûbarên navxwe yên Sûriyê de û hatina çekdaran dawî li pêwendiyên me bi Tirkiyê re anî. Armanca ji wê ew bû ku li herêmê tiştên ku Amerîka û Îsraîl dixwazin, pêk were."

Miqdad tekez kir: “Em li gel çareserkirina pirsgirêkan ne. Em li dijî her destwerdana Tirkiyê, avakirina komelgehên nişticihbûnê û dibistanên Tirkiyê li ser axa me ne. Em siyaseta tirkkirinê red dikin. Em di wê baweriyê de ne ku bingehên rastîn ên çareseriyê li Sûriyê, dê bi derketina hemû hêzên neyasayî yên li ser xaka Sûriyê pêk werin.”

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Amir Ebdullahiyan jî got: “Em hêvîdar in Sûriye û Tirkiye vê qonaxê bi aramî derbas bikin û Tirkiye girîngiyê bide encamên civîna Tehranê.”

Amir diyar kir: “Me hewl da em bijardeya leşkerî ji Sûriyê dûr bixin û di civîna sêalî de girîngiyê bidin çareseriya siyasî.”