Heftemîn lûtkeya sêalî ya pêvajoya Astanayê îro li Tehranê tê lidarxistin
PeyamaKurd – Heftemîn lûtkeya sêalî ya pêvajoya Astana, ya Rûsya, Tirkiye û Îranê, îro li Tehranê tê lidarxistin û di lûtkeyê de çend dosyeyên wek şerê li Ukraynayê û operasyona leşkerî ya ku Enqere dixwaze li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê pêk bîne tê gotûbêjkirin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî wê beşdarî heftemîn lûtkeya sêalî ya pêvajoya Astanayê bibin û li ser geşedanên niha yên li Sûriyê gotûbêjan bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan da zanîn: “Hevdîtinên serokên Îran, Rûsya û Tirkiyê, wê di civînê de girîngiyê bidin xurtkirina pêwendiyan, pêşxistina hevkariyên aborî û dabînkirina asayişa xwarekê.”
Herwiha Ebdullahiyan eşkere kir: “Lûtkeya Astanayê wê bi giranî du mijarên “kêmkirina rageşiyê” li navçeyên nakok li Sûriyê û “rêvebirina kirîza ewlehiyê” ya di navbera Enqere û û Şamê de gotûbêj bike.”
Berdevkê Serokomariya Rûsyayê Dmitriy Peskov jî derbarê civîna Astanayê got, di serdana Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn ya Tehranê de, wê bi girîngî pêvajoya çareseriya Sûriyê were gotûbêjkirin.”
Peskov da zanîn: “Ev lûtkeya sê alî, tekane formula navdewletî ye ku bi giranî beşdarî çareseriya Sûriyê di dema niha de dibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin