Arab News: Tirkiye stratejiya xwe diguherîne û wê nikaribe êrîsî Rojava bike
PeyamaKurd – Li gorî nûçeyeke di Arab Newsê de hatiye belavkirin, Tirkiye stratejiya xwe ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ku difikire êrîş bike diguherîne û ji ber rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden wê nikaribe bikeve nav hewleke êrîşkirina ser Hêzên Sûriye Demokratîk.
Li gorî nûçeyê, Tirkiye neçar e ji bo stratejiya nû ya herêmê planên xwe berçav bike.
Di nûçeyê de tê diyarkirin, çawa rêveberiya Biden hatiye ser kar piştevaniya xwe ya bo HSDê eşkere kiriye û tê gotin, bi biryara Trump a vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê re Tirkiyê li herêmê bandora xwe bilez zêde kiriye.
Rayedarekî leşkerî yê bi ser Navenda Lêkolînên Stratejîk a Omranê ji rojnameyê re diyar kiriye ku Tirkiye bi hinceta gefên terorî dixwaze li herêmê bipêşve here lê ji ber rêveberiya Joe biden êdî dê ew yek pêk neyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin