'Tirkiye bi nêzîkbûna Amerîka re stratejiya xwe ya li Rojavayê Kurdistanê diguherîne!'

07 April 2022 20:40 0 dîtin
'Tirkiye bi nêzîkbûna Amerîka re stratejiya xwe ya li Rojavayê Kurdistanê diguherîne!'

PeyamaKurd – Zêdebûna êrîşên ser herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ku di çend rojên dawî de zêdetir bûne, wekî hewldanên pêkanîna stratejiyeke nû ya Tirkiyê tê nirxandin.

Herwiha di demên dawî de, di navbera Tirkiye û Amerîkayê de di mijarên hevkariya NATOyê û firotina F-16an de jî nêzîkbûn çêbûye.

Li gorî nûçeya Şerqul Eswedê ku dispêre çavkaniyên Enqerê, zêdebûna êrîşên ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û bi balafirên SÎHA armancgirtina serkirdeyên HSDê destpêka pêkanîna stratejiya nû ya Tirkiyê ye.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin, ji ber ku Amerîka HSDê wekî hevpeymaneke nêzîk dibîne, Tirkiye û komên çekdarên opozîsyonê yên girêdayî wê niha operasyoneke berfireh li ser Rojavayê Kurdistanê nafikirin.

Herwiha tê gotin ku şandeke bilind a Amerîkayê roja duşemê serdana Enqerê kiriye û herdu welatan li ser mekanîzmeyeke hevbeş a stratejîk li hev kirine ku nerazîbûnên Tirkiyê yên derbarê piştgiriya HSDê ya Amerîkayê de jî didomin.

Li gorî çavkaniyan, di demeke ku Rûsya bi şerê Ukraynayê re mijul dibe de, Tirkiye jî bi stratejiya xwe ya nû hewl dide pêşveçûn û hêza HSDê bişkîne û ji bo bigihîje vê armanca xwe jî nêzîkbûna xwe ya bi Washingtonê re bikar tîne.