Arab News | “Divê Amerîka li sûna Esed berê Tirkiyê bide hevdîtinên ligel Kurdan”
PeyamaKurd – Karvedana daxuyaniyên hikûmeta Tirkiyê yên, hewldana asayîkirina pêwendiyên ligel Şamê ev du hefte ne di rojevê de ye û gelek nirxandin û şîroveyên cuda li ser mijarê têne kirin.
Dr. Dania Koleilat Khatib ji bo Arab Newsê analîzek li ser mijara asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê nivîsandiye ku tê de balê dikişîne ser, pêwîste Amerîka han bide Tirkiyê ku li şûna asayîbûna pêwendiyên bi rejîma Esed re ligel hêzên Kurdên Rojavayê Kurdistanê danûstandinê bike.
Herwiha Dr. Khatîb dibêje, di hilbijartinên 2023yan ên Tirkiyê de ji bo berdewama deshilatdariya AKPê, qezenckirina dengên Kurdan jî xwedî girîngiyeke mezin e.
‘Pûtîn ji bo bi Şamê re lihev bike zorê dide Erdogan’
Di analîzê de hatiye diyarkirin, Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, piştevaniya Beşar Esed dike û herwiha ji bo beralîkirina êrîşên Tirkiyê jî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) teşwîq dike ligel Esed hevdîtinê bike. Pûtîn li aliyê din jî zorê dide Erdogan bi Şamê re hevkariyê bike.
“Kurd ne ehmeq in!”
Di beşeke din a nivîsê de, tê diyarkirin ku ne pêkan e Pûtîn û Esed ‘herêma ewle’ ya Tirkiye dixwaze li nav erdên Sûriyê ava bike qebûl bikin û li ser lihevkirina Esed û Kurdan jî wiha tê gotin:
“Hevdîtinên ku Esed ligel Kurdan pêk anîn ti encamek ji wan derneket û muhtemel e wê dernekeve jî. Artêşa Sûriyê ti carî rûbirûyî artêşa Tirkiyê nabe. Lewre jî nikare soza parastinekê bide HSDê.
Heger bê destnîşankirin, kurd jî ne ehmeq in. Ew jî baş dizanin ku hêviyeke wan a rastîn ji Esed nîne û dizanin wê ti carî soza xwe jî bicih neyîne.”
Diyar e gotinên, Nûnerê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî yê Amerîkî Brett McGurk ên sala 2019an ku gotibû, “Senaryoya lihevkirina Esed a bi kurdan re xuyaye bikêr nayê” piştrast dibe û lewre jî Pûtîn niha berê xwe dide lihevanîna Erdogan û Esed.
“Pêdiviya Erdogan bi her cûre alîkariyan heye”
“Niha pêdiviya Erdogan bi her cûre alîkariyan heye ku Tirkiye rûbirûyî enflasyona bilind, xirabûna rewşa aborî ye û populerîteya wê hewandina 3,7 milyon penaberên Sûrî jî kêm dibe.”
‘Tirkiye bêyî destûra Amerîka qet nikare operasyonê bike’
“Operasyoneke dijî kurdên Sûriyê dibe ku di hilbijartinan de piştevaniyê jê re bîne, lê Tirkiye bêyî glopa kesk Amerîkayê qet nikare operasyonekê pêk bîne. Ji ber vê jî Pûtîn ji bo êrîşeke muhtemel bijardeya kordînasyona ligel Esed pêşniyarî Tirkiyê dike.
Lê belê ji ber wê baweriya xwe ji dest bide, zehmet e Erdogan bi Esed re asayî bibe. Piştevanê sereke yê opozîsyona Sûriyê, dê wisa fîşê Idlibê bi carekê nekişîne.”
“Gelo Erdogan dikare rotaya xwe ji nişka ve biguherîne?”
“Alîgirên wî demek dirêj e dibînin ku rejîma Esed xedar e. Gelo Erdogan dikare ji nişka ve rotaya xwe biguherîne? Wê ev rewş çawa qebûlkirina bi milyonan penaberan mafdar derxîne? Di vê navê de ti neyeteke Esed ku penaberan qebûl bike nîne.”
“Amerîkayê dikaribû danûstandinên Kurd û Tirkan teşwîq bikira!”
Di dewama nivîsê de tê gotin, “Amerîkayê bi awayekî hevdîtinên Esed û Kurdan qebûl kir. Lê dikaribû li dijî vê derketa û li şûna wê danûstandinên Kurd û Tirkan teşwîq bikira.
Wê ev rewş bihişta ku Erdogan ji nû ve kurdên mihafezekar qezenc bike. Divê neyê jibîrkirin ku di hilbijartinên şaredariyan ên 2019an de, bi saya dengên kurdan Ekrem Îmamoglu karî Stenbolê û Mansur Yavaş jî Enqereyê ji destê Erdogan bistîne.
Her çiqas rûhiyeta niha ya Tirkiyê li dijî hevdîtinên aştiyê yên ligel PKKê û rûbirûbûnê be jî, pêngaveke bê avêtin dikare bibe alîkar ku Erdogan ji nû ve beşek ji dengên Kurdan vegerîne xwe.”
‘Erdogan di rewşeke xeter de ye…’
Di berdewama nivîsê de behsa navbeynkariya Amerîkayê bo danûstandinên Rojava û Tirkiyê tê kirin û tê diyarkirin, heger tiştekî wiha pêk were dê rewşeke baş li benda me be û li ser hilbijartinên 2023yan ên Serokomarî û Parlamentoya Tirkiyê jî wiha tê gotin:
“Erdogan ji ber ku dibe hilbijartinên sala bê winda bike, di rewşeke xeter de ye. Anket nîşan didin ku bi partiyên din re serî bi serî diçe. Serokê CHPê yê opozîsyona sereke ya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu populerîteya xwe zêde dike.
Helwesta Tirkiyê ya derbarê Sûriyê de xwedî girîngiyeke mezin e. Heger Enqere fîşê keleha opozîsyona Sûriyê, Idlibê bikişîne û destûra dagirkeriya Esed bide, dibe ku cîhan bibe şahidî tevkujiyeke nû. Gelê Idlibê naxwaze bi rejîmê re li hev bike. Ji ber vê jî dizanin cihekî din ê biçinê nîne û wê bi mirina xwe şer bikin.”
“Divê Amerîka bihêle ku Kurd li şûna Esed bi Tirkiyê re li hev bikin”
“Divê Amerîka û Rojavayî di pêwendiyên Tirkiye yên ligel Sûriyê de, stratejîk tevbigerin. Divê Amerîka û welatên Rojava lihevkirina qismî ya navbera Esed û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nehêlin û li şûna wê berê Kurdên hevpeymanên xwe bidin hevdîtinên ligel Tirkiyê.
Wê lihevkirineke ligel Kurdan, bibe sedem ku pêwendiyên Erdogan ên herêma hilbijartinê ya Kurdan heta radeyekê ji nû ve baş bibin.
Herwiha ji bo berdewamiya vê lihevkirinê jî divê bê diyarkirin, di hilbijartinên 2023yan de li Tirkiyê kî serokomariyê qezenc bike bila bike, rê nayê dayîn ku pêwendiyên ligel rejîma Esed bên asayîkirin.
Divê Amerîka û Ewropa berîya ku dereng bikeve, peymaneke domdar a navbera Tirkiye û Kurdên Rojava pêk bînin û ji bo geşedanên demên pêş ji niha ve bikevin tevgerê.”
________________________________________
Dr. Dania Koleilat Khatib | Arab News
Werger û Sererastkirin | PeyamaKurd

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin