Romanowski: Ti welatekî herêmê nikare li Iraqê sûna Amerîkayê bigre
PeyamaKurd - Balyoza Amerîka ya li Iraqê Alina Romanowsk, ji medya Kurdistanê re derbarê hebûna hêzên Amerîka li Iraq, Sûriye û Kurdistanê de, daxuyaniyeke bi kurdî û îngilîzî şand.
Romanowski bal kişand ser metirsiya berdewam a DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê berdewam û diyar kir Amerîka pabendî ewlehî, aramî û serweriya Iraqê ye.
Romanowski destnîşan kir, “Ti welatek li herêmê nikare şûna Amerîkayê li Iraqê bigire.”
Gefa DAIŞê dewam dike
Alina Romanowski bal kişando ser hevkariya stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de û wiha got: “Em pabendî ewlehî, aramî û serweriya Iraqê ne û mil bi mil ligel hevkarên xwe yên Iraqî radiwestin, da ku Iraqê ji belaya DAIŞê rizgar bikin. Deh sal piştî derketina DAIŞê û 5 sal piştî têkçûna wê li ser erdê, divê em zelal bin ku hîn jî gefên DAIŞ li ser Iraqê û Sûriyê maye.”
Amerîkayê çekên pêşketî û F-16 dane Iraqê
Romanowski diyar kir: “Em dixwazin hêzên ewlekarî yên Îraqî şiyanên wê yên pêwîst hebin bo rûbirûbûna gefên paşerojê, lewra ji sala 2012an ve, Kongressa Amerîkayê zêdetirî 3.5 milyar dolar ji bo nûavakirina hêzên ewlekarî yên Iraqê terxan kiriye. Amerîka kelûpelên girîng û çekên pêşketî yên wek firokeyên F-16 û zirxên şerker Abrams û herwiha rahênana pîşeyî ji bo bihêzkirina hêzên ewlekarî yên Îraqê, ta ku berpirs bin li hember hikûmeta Iraqê ya xwedî serwerî û karibin parastina Iraqê û rola wê di pêkanîna aramiyê li seranserê Rojhilata Navîn bikin.”
Amerîkayê zêdetirî 11 milyar dolar pêşkeşî Iraqê kir
Di dewamê de Romanowski got: “Hîn jî mezintirîn bexşkarê Iraqê ye. Di 20 salên borî de, Ajansa Amerîkayê ji bo Pêşkeftina Navdewletî (USAID) zêdetirî 11 milyar dolar pêşkêşî Iraqê kir, wek alîkariyekê ji bo baştirkirina civakan. Vê yekê alîkariya Iraqiyan kir ku bi sedan kar ava bikin, bi hezaran derfetên karan biafirînin, 150 dibistanên nû, 25 navendên tenduristiyê û 130 projeyên avê ava bikin.”
Me 157 milyon dolar li projeyên ava vexwarinê razand
Di beşeke de din a daxuyanhiyê de Balyoza Iraqê bi bîr xist: “Ji sala 2014’an ve, me zêdetirî 3.6 milyar dolar ji bo piştgirîkirina penaberên Iraqî û penaberên kêm-dahat di warên tenduristiyê, derman, ava vexwarinê ya paqij û paqijkirina baştir de pêşkêş kiriye. Ji sala 2017an ve, me 157 milyon dolar di projeyên bi sponseriya Iraqê de razandine, da ku ava vexwarinê ji zêdetirî 12 milyon Iraqiyan re peyda bike.”
Ti welatek wek Amerîka nikare van alîkariyan pêşkeşî Iraqê bike
Balyoza Amerîka bal kişand ser: “Welatên din li deriyê Iraqê dixin û li hember tiştên ku Amerîka û hevkarên me pêşkêş dikin, alternatîfan pêşkêş dikin. Lê wek Balyoza Amerîkayê li Iraqê, ez nabînim ku yek ji wan bi qasî ku Amerîka her roj pêşkêşî gelê Iraqê dike, pêşkêşî bike. Herwiha yek ji wan nikare hevkariyeke rasteqîne ya yeksan pêşkêş bike ku Iraqê bi hemû cîhanê ve girêbide û pêşketina wê bihêz bike. Em di navbera gelên Amerîka û gelê Iraqê de, piran ava dikin ku dê bi çendîn nifşan re berdewam be.”
Me piştgirî da xurtkirina Banka Navendî
Romanowski wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Me piştgirî da Banka Navendî ya Iraqê ji ber ku ew hejmara pêwendiyên bankî yên bazirganî yên Iraqê zêde dike, ku ev yek destkefteke sereke ye ji bo Iraqê di asayîkirina pêwendiyên bazirganiya navdewletî û pêkanîna bazirganiya ewledar bi dolarên Amerîkî. Di du salên borî de, koma pereyên hilgirtî di bankên bazirganî yên Îraqî de ji sedî 40 zêde bûne, ku ev yek nîşana baweriya bikarberan bi saziyên bankî yên Îraqî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin