Rûsya: Tirkiye nikare S-400an bifirose welatekî sêyemîn

01 October 2024 11:33 0 dîtin
Rûsya: Tirkiye nikare S-400an bifirose welatekî sêyemîn

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov der barê îhtimala firotina sîstema parastina hewayî ya S-400 a Tirkiyeyê ji bo welatekî sêyemîn de diyar kir ku divê Tirkiye ji bo firotina bi vî rengî destûrê ji Rûsyayê bigire.

Sergey Lavrov li New Yorkê ku ji bo beşdarî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe civîneke çapemeniyê li dar xist û bersiva pirsên Nûnera CNBCe ya New Yorkê Betül Yuruk da.

Lavrov di derbarê firotina S-400an de nirxandineke berfireh nekir û got ku têkiliyên bi Tirkiyeyê re di çarçoveya berjewendiyên hevpar de pêş dikevin.

Kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 ji Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve, alozî bi Amerîkayê re çêkir. Ev jî bû sedem ku Tirkiye ji bernameya F-35 were derxistin.

Herî dawî wezîrekî berê anî ziman ku pergalên S-400 dikarin ji aliyek sêyemîn re wekî Pakistan û Hindistanê re werin firotin.

Lavrov li ser wê yekê ku Rûsya dê li hember firotineke bi vî rengî çawa tevbigere û bandoreke çawa li ser têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bike wiha got:

"Di derbarê sîstema berevaniya hewayî ya S-400an de ku Tirkiye di destê wan de ye, tu şîroveyek nayê kirin. Birêz Erdogan dewletmendekî xwedî ezmûn e û di her mijarê de biryarên ku wê ji bo miletê wî û miletê wî bi fêde bin distîne. Di peymana firotina çekan de pêvekek bi navê sertîfîkaya bikarhêner a dawî heye. Bi vê sertîfîkayê, welatê ku hilberan werdigire divê destûrên pêwîst ji welatê ku wan difiroşe bistîne da ku bi van çekan re tiştekî din bike."