Tirkiye nûçeya îmzekirina peymaneke nû ya S-400an bi Rûsyayê re red dike!
PeyamaKurd – Medyara Rûsî bi zarê Berpirsê Beşa Hevkariya Leşkerî-Teknîkî ya Federal li Rûsyayê Dmitri Shugayev ragihand ku Tirkiyeyê ji bo dabînkirina beşa duyemîn a S-400an peymaneke nû bi wan re îmze kiriye û hilberîna hin beşên S-400an li Tirkiyê bê kirin.
Herwiha li gorî nûçeya TASSê Shugayev daye xuyakirin: "Rewşa siyasî ya dijwar a îsal, bandoreke neyînî li hin aliyên pêwendiyên Rûsyayê yên bi hevkaran re kiriye. Li gorî lihevkirinên di navbera serokên her du welatan de hevkariya leşkerî-teknîkî ya bi Tirkiyeyê re pêş dikeve. Em plan dikin ku şirîkatiya xwe ya bi Tirkiyeyê re li ser bingeheke zelal û li gorî berjewendiyan bidomînin."
Piştî belavbûna vê nûçeyê Serokatiya Pîşesaziya Berevaniyê ya Tirkiyê nûçeya peymaneke nû red kir û ragihand, ti geşedaneke nû li ser kirîna S-400an çênebûye û pêvajo li gorî peymane berê hatiye girêdan berdewam dike.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê di sala 2017an de bi Rûsyayê re peymana wergirtina 4 pergalên parastina asmanî yên S-400an bi bihayê 2,5 milyar dolaran îmze kiribû û beşek wê jî hatibû radestkirin. Amerîkayê piştî kirîna S-400ên rûsî li ser Tirkiyê dorpêç sepandibûn û Tirkiye ji bernameya balafirên F-35 hatibû derxistin. NATOyê ragihandibû ku ew sîstemên rûsî li sîstemên NATOyê naguncin.
Niha jî Tirkiye dixwaze F-16an ji Amerîkayê bikire, lê piştî vê peymana duyem a S-400an dibe ku karê Tirkiyê ji bo dabînkirina F-16an ji Amerîkayê zehmet bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin