Tirkiye ji peymaneke navdewletî ya çekan vekisiya
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Tirkiye ji Peymana Lihevkirina ser Hêzên Biçek a Ewropayê ku sala borî Rûsya û Polonya jî jê vekişiyabûn, vekişiya.
Biryara vekişîna ji peymanê bi îmzeya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a di Rojnameya Fermî de hatiye çapkirin, hate ragihandin.
Hat ragihandin ku Tirkiye ji Peymana Lihevkirî ya Hêzên Biçek a Ewropayê (AKKA) vekişiya.
Piştî vê biryarê Tirkiye ji çekên lihevkirî çiqas bixwaze dê karibe çêke û dê derbarê hejmara van çekan de ti agahîyê nede aliyên din.
Li gorî peymana AKKAyê sînor bo çêkirina hin cureyên çekan hatibû danîn. Piştî vekişînê wê Tirkiye êdî ji bo hilberîna wan çekan agahiyê nede ti aliyekî din.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin