Ji Ûkrayna pêsniyara peymaneke nû ya ewlehiyê: Bila Tirkiye û Amerîka bibin garantor!
PeyamaKurd – Partiya deshilatdar a Ûkraynayê Partiya Xizmetkara Gel piştî êrîşa berdewam a Rûsyayê ya li ser welatê wan pêşniyareke nû ya ewlehiyê kir.
Di daxuyaniya ser medya civakî de partiya deshilatdar a Ûkraynayê bal kişandiye ser biryara Rûsyayê ya derbarê serxwebûna herêmên Donetsk û Luhanskê û naskirina wek parçeyekî Rûsyayê ya Qirimê hatiye bibîrxistin û tê gotin, ev yek pêk nayê, lê divê niştecihên wan herêman di çarçoveya serweriya sînorên dewleta Ûkraynayê de biryara xwe bidin.
Herwiha hatiye bibîrxistin ku NATO heta 15 salan jî ne amadeya endamtiya Ûkraynayê qebûl bike û di şer de jî piştgiriya wan nekiriye.
Partiya deshilatdar a Ûkraynayê dibêje, ji Memoranduma Budapeşteyê cudatir pêwîstî bi peymaneke nû ya ewlekariya Ûkraynayê heye û divê welatên garantor di warên siyasî, aborî û leşkerî de gavên şênber bavêjin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji bo peymana nû ya ewlekariyê Amerîka û Tirkiye û welatên cîran dikarin bibin garantor, lewra pêwîste Rûsya jî bi awayekî yasayî dewleta Ûkraynayê nas bike û gefê lê nexwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin