Ûkrayna û Brîtanya peymana ewlehiyê îmza kirin
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladmir Zelenski û serokwezîrê Îngîltere Rishi Sunak peyamana ewlehiyê îmze kirin. Li gor peymanê; wê Îngîltere bi miqdarê 2.5 milyar Sterlînî destekê bide Ûkraynayê. Peyman di dema seredana Sunak ya Kievê de hat îmzekirin.
Zelenskji ragihand ku îro peymanekî bê hempa bi Brîtanya re îmze kirine û ev tenê bi garantiya hêza mezin ya dinyayê bi ya Kraliyeta Brîtanya dikare pêk were. Zelenski got ku Ûkrayna hevkariya desteka salane ya ku wê hêzên wan yên bergiriyê-ewlehiyê, sanayiya bergiriyê, dezgeyên hukumetê û ji bo sîstema civakî têra xwe bike, peymanê îmze kiriye.
Zelenskiy, behsa deryavanên Ûkraynayê yên li Derya Sor yên di destê Hûsiyan de jî kir û got ku niha dixebitin da wan paşde bînin.
Sunak jî di daxwuyaniya xwe de got ku bi taybetî di seha desteka leşkerî de destekvanekî herî girîng yê Ûkraynaye, kêfxweşe ku li Kievê ye û bi dilxweşî desteka xwe ya zêde ji bo Ûkraynayê radigihîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin