Lukasenko, qanûna peymana garantiya ewlehiyê ya bi Rûsya re îmza kir
PeyamaKurd – Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko qanûna di derbarê peymana garantiya ewlehiyê ya bi Rûsya re îmza kir. Peyman, li ser parastina ewlehiyê ya her dû dewletane ku di seha siyasî û leşkerî de hev biparêzin. Beşa çapemeniyê ya serokkomariya Belarusê di mijarê de got:
“ Lukaşenko, qanûna di derbarê peymana garantiya ewlehiya di navbera Komara Belarusê û Rûsya de îmza kir.”
Li gor peymana navbera her dû dewletan; wê her dû dewleta li gor hûqûqa navdewletî wê hev destek bikin, di dema êrîşekî de, di seha leşkerî, siyasî û di temamê sehayên din de wê hev destek bikin, tedbîran bistînin û hev biparêzin.
Li gor peymanê; wê ji bo parastinê Rûsya karibe li Belarûsê, ji bo parsastinê çekên nuklerî bikarbîne. Çekên nuklerî yên li ser axa Belarûsê hatine bicîhkirin, bikaranîna wan wê li gor prosedura ku her dû dewlet destnîşan kirine, be.
Serokê Rûsyayê Putin û serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko, di 06.12.2024an de li ser garantiya ewlehiya her dû dewletan peymanê îmza kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin