YE û Japonya peymana ewlehiyê û sanayiya bergiriyê îmza kirin
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê û Japonya peymana ewlehiyê û berevaniyê îmza kirin ku armanca wan pêşdebirina hevkariya leşkeriye. Detayên permanê ewe ku ewlehiya herêmê xwurt bikin û hevkariya stratejik kûrtir bikin.
Peyman, li payîtexta Japonyayê li Tokyo hat îmzakirin û di nav peymanê de gelek seha hene ku di wan sehayan de hevkariya hev bikin.
Wezîrê karên derve yê Japonyayê Takeşi İvaya û nûnerê bilind yê YEyê Josep Borrell peymanê îmza kirin.
Di nav peymanê de tetbîqatên leşkerî, sanayiya bergiriyê, danûsitendinên zanistî, ewlehiya fezayî û gelek mijarên din hene. Wê hêzên deryayê yên her dû terefan karibin bi hevre tetbîqatan bikin. Piştî merasima peymanê, Borrell daxwuyanî da û got ku di dîroka YE de cara yekeme ku peymanekî weha bi welatekî Hind-Pasîfîkê re tê kirin û weha dewam dike:
“Dema em li rewşa her dû terefan ya li herêmên wan dinêrin, di seha ew talûkeyên siyasî yên ku dikarin zerarê bidin her dû terefan, em şiyanên xwe zêdetir dikin ku em ê karibin bi zahmetiyan re têbikoşin.”
Dema li naveroka peymanê dinêrin, tê dîtin ku peyman ji aliyê têkoşîn û talûka li hemberê Çînê girîng e. Japonya di çarçova biryara NATO de, dixebite da %2yê budça xwe ji bo mesref û veberhênanê ji bo NATOyê heya sala 2027an veqetîne.
Japonya, niha bi Îngîltere û Îtalya re dixebite da balafira ku wê di sala 2035an de amade be, pêş dixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin