Îngîltere û Japonya peymana hevpar ya bergiriyê îmze kirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson û serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida, li payîtexta Îngîltere civînekî lidarxistin û peymanekî di mijarên perwerda leşkerî, tetbîqat, rêvebirina afetan de ji bo bi hevre bimeşînin, îmze kirin.
Li gor peymanê; wê her dû dewlet perwerda artêşan, tetbîqatên hevpar, alîkariyên efetan bi hev re bimeşînin û li ser van mijaran hûr bibin û peyman xwegirêdana Îngîltere ya li herêma Hind-Pasîfîkê dide nîşan dan. Bi vê peymanê Îngîltere dewleta yekem ya Awrûpaye ku bi Japonya re peymanê girêdide.
Johnson û Kishida di hevdîtinê de li ser mijarên bazirganî, enerjiya ku dikare bê nûhkirin, li ser şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê axifîne. Wê çawa zorê bidin ser Rûsyayê û hevkar çawa kêmtir bi xaz û petrola Rûsya re girêdayî bimînin û çawa alîkariya hevpakan bêkirin, mijarên wan yên din yên hevdîtinê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin