Kovara Forbes: Tirkiye S-400an aktîf dike
PeyamaKurd – Li gor kovara Forbesê, wê Tirkiye sîstema hewayî ya ji Rûsyayê kirîbû ya S-400an di mehên havînê de li ser sînorê Iraqê, di wexta ku li hemberê PKKê operasyonan bike aktîf dike.
Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Yaşar Güler ragihand ku nabe sîstema S-400an transferi welatekî dinê bikin, wê li ser sînor li hemberê tehdîdên derve bên bikaranîn.
Li gor xebera di kovara Forbesê de:
“Wê S-400ên Tirkiyê, cara ewilî weka operasyonel cîh bidinê. 2 tabûrên S-400 ku ji Rûsyayê kirîne, bi wan re ji 120 heban zêdetir fuzeyên menzîldirêj, wê di herêmên şer di wan de hene de bên bicîhkirin, wê rolekî baş bileyîze.
Di heman analîza di kovara Forbesê de li ser S-300ên Yûnanistanê jî şirove tên kirin û dibêje ku Yûnanistan red kiriye ku S-300an bişîne Ûkraynayê û li Girava Gîrîdê bicîh kiriye.
Tevî ku welatên YEyê zorê dane Yûnansitanê da S-300 û Yatriotan bişîne Ûkraynayê jî wan red kir û li welatê xwe hişt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin