Forbes: Rêveberiya Sîsî dikare drona çekdarî ya Bayraktar TB2 ji Tirkiyeyê bikire
PeyamaKurd – Hat îdiakirin, rêveberiya Sîsî ya li Misrê dikare drona çekdarî ya Bayraktar TB2 ji Tirkiyeyê bikire.
Li gor hat diyarkirin, piştî nêzîkbûna di navbera Tirkiye û Misrê de dibe ku alî peymanên hevkariya parastinê îmze bikin.
Li gorî nûçeya ku di Forbesê de bi îmzeya Paul Îddon hat weşandin, her du welatên ku krîza dîplomatîk a di navbera xwe de bi dawî kirin, xwe amade dikin ku peymanên parastinê îmze bikin.
Di vê çarçoveyê de, di gotara ku tê bibîrxistin ku Muhammed Mûrsî beriya ku di sala 2013an de bi derbeyê were rûxandin, xwestibû ji Tirkiyeyê pêgerên hewayî yên bêmirov ANKA bikire, hate destnîşankirin, rêveberiya Sîsî dikare balafirên bêmirov bikire.
Herwiha hat eşkerekirin, Tirkiyeyê TB2 jî firot Etiyopyaya ku bi Misrê re rageşiya wê heye û hat destnîşankirin ku bi vê firotinê ji Misrê re tê xwestin ku di navbera herdu welatan da hevsengiyek çêbe.
Îddon di dawiya gotara xwe de da zanîn, hîna agahiyeke zelal derbarê wergirtina TB2 ya Misirê de tune, lê şert û merc nîşan didin ku di vî warî de lihevkirinek çêdibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin