Di êrîsa drona Tirk de 2 rêveberên Rêveberiya Xweser can dan

27 September 2022 20:20 0 dîtin
Di êrîsa drona Tirk de 2 rêveberên Rêveberiya Xweser can dan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa bi drone (SÎHA) ya artêşa Tirkiyê ku otomobîlek li nêzîkî bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê hatibû bombebaran kirin de, Hevserokên Ofîsa Îdareya Girtîgehan a Rêveberiya Xweser Zeyneb Sarûxan û Yilmaz Şêro can dan.

Çavkaniyên medya Rojavayê Kurdistanê piştrast kirine ku di encama êrîşa droneya artêşa Tirkiyê de ku otomobîla wan li navçeya Girkê Legê hat bombebaran kirin; Hevseroken Nivîsgeha Dad û Lihevanînê û Berpirsên Girtîgehan Zeyneb Mihemed û Yeaz Şero jiyana xwe ji dest dane.

Çavdêriya Mafên Mirovan a li Sûriyê (SOHR) jî piştî êrîşê ragihandibû, droneke Tirkiyê otomobîleke HSDê bombebaran kiriye û di encamê de kuştî û birîndar hene, lê hejmar û nasnameyên wan nehatibûn zelalkirin.