Rûsya û Tirkiye di demeke nêz de rêkeftineke nû ya S-400an îmze dikin

23 August 2021 17:09 0 dîtin
Rûsya û Tirkiye di demeke nêz de rêkeftineke nû ya S-400an îmze dikin

PeyamaKurd – Hat ragihandin,y Rûsya bi Tirkiyê re rêkeftineke nû ya sîstema moşekî ya berevaniya asmanî S-400an îmze dike ku beriya niha beşek ji wan bo Tirkiyê hatibûn radestkirin û ji ber wê jî Amerîkayê dorpêç danîbûn ser Tirkiyê.

Rêveberê Giştî ye Kompaniya Hinardeya Leşkerî ya Rûsyayê Rosoboron Export Aleksandr Miheyev da xuyakirin, di demeke nêzîk de ew ê ji bo veguhestina karwaneke din ya sîstemên S-400 bi Tirkiyeyê re rêkeftinekê îmze bikin.

Aleksandr Miheyev got, hevdîtinên wan gihîştine qonaxa dawî û di demeke kurt de ew ê rêkeftinê îmze bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Amerîkayê di çarçoveya yasaya CAATSA de ji ber kirîna S-400ên rûsî dorpêç danîbû ser Tirkiyê û Tirkiye bi fermî ji bernameya çêkirin û firotina balafirên F-35 hatibû derxistin.

Amerîka bi taybet jî NATO S-400ên rûsî li ser ewlehiya teknolojiya NATOyê wekî gefê dibîne û dixwazin Tirkiye wek endameke NATOyê wan moşekan nestîne û bikar neyîne.