Rûsya û Tirkiye li ser rêkeftineke nû ya S-400an dixebitin
PeyamaKurd - Rêvebirekî payebilind ê şirketa çekfirotinê ya dewleta Rûsya Rosoboronexport ji Ajansa Interfax re ragihand ku Rûsya û Tirkiye li ser rêkeftineke nû ji bo sîstemên parastina esmanî S400an dixebitin.
Ajansa Rûsî herwiha bi zarê rêveberê Rosoboronexportê diyar kir ku Rûsya bi hêvî ye rêkeftin di destpêka nîvsala 2020an de pêk were.
Li ser kirîna S-400an Amerîka hê jî gefa dorpêçan li Tirkiyê dixwe ku niha Tirkiye ji bernameya balafirên F35an jî hatiye derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin