Amerîka: Heya Tirkiye S-400an li Rûsyayê venegerîne nikare Patrîotan bikire

11 March 2020 14:27 0 dîtin
Amerîka: Heya Tirkiye S-400an li Rûsyayê venegerîne nikare Patrîotan bikire

PeyamaKurd– Cîgirê Serokê Bergirîyê yê Amerîkayê Jonathan Hoffman, Li ser gotina Serokomarê Tirkiyê Erdogan a “Amerîka li ser mijara S-400an gelek nerm bûye” Jonathan Hoffman, Alîkarê Serokê Bergirîyê yê Amerîkayê, diyar kir û got; Heta Tirkiye S-400an li Rûsyayê venegerîne nikare Patrîotan bigire.”

Li gorî medya rûsî, Jonathan Hoffman di civîna rojnamevaniyê ya îro da got; , “Ji dema ku Mark Esper bûye Wezîrê Bergirîyê û heya îro li ser vê mijarê helwesta wî zelal e. Heya Tirkiyê S-400an li Rûsyayê venegerîne nikare Patrîotan bikire.”

Serokê Giştî yê AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, gotîbû Amerîka di mijara patrîotan de nerm bûye û dema ji Brûkselê vegeriya welatê xwe li ser mijara S-400an ji rojnamevana re wiha axivî:

“Wekî ku hûn jî dizanin, li ser mijara Patrîotan me pêşniyarên xwe ji Amerîkayê re kirin: Eger dixwazin hûn jî Patrîotan bidin me. Em ê ji we jî Patrîotan bigrin lê li ser mijara S-400an ew jî gelekî nerm bûne, hatiye wê asta ku ji me re bêjin, sozê bide me ku hûnê pergala parastina hewayî ya S-400an nexin dewreyê.”