Amerîka: "Kî ji Rûsyayê S-400an bikire dê bi dorpêçan re rû bi rû bibe"
PeyamaKurd - Wezareta karên derve ya Amerîkayê Tirkiye jî di navde temamên delwetên hevkar yên ji Rûsyayê S-400 û sîstemên weha ku bikire, wê bi tedbîrên nû yên dorpêçê re rû bi rû bimîne. Berdevkê wezaretê got ku Biden gotiye ku soz daye wê tevgerên Tirkiyê yên li dijî hûqûqa navdewletî û sozên ku dabû NATO yê bibêje. Berdevk got ku divê Tirkiye S-400 an di destê xwe de nehêle û weha dewam dike:
“Sîstema Rûsyayê ya S-400 an bi techîzatên NATO re ne liheve, ewlekariya teknolojiya NATO yê tehdîd dike û bi sozên Tirkiyê ya hevkar re ne liheve. Ew kirîna ji Rûsyayê, bû sedema dorpêçên CAATSA yê. Em bang li Tirkiyê dikin ku da wê sîstemê di destê xwe de nehêle.
Demekî dirêje Tirkiye endamê NATO ye. Tevî wê, kirîna sîstema S-400 an, bo endamên NATO yê ku di sala 2016 an de di Zîrwe ya NATO yê ya Varşovayê de hatibû sitendin û tê de soz dabûn ku wê teçhîzatên Rûsan kêm bikin, li dijî wê sozdanê ye. Em bang li Tirkiyê û hevkarên Amerîkayê dikin ku sîlihan ji Rûsyayê nekirin, ew sîlihên ku desthilatiya Rûsyayê zêde bike. Dibe kirînên weha bike ku biryarên CAATSA yê bo ser wan bê danîn. ”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin