Welatekî din dixwaze ji Amerîkayê balafirên F-35 bikire

12 April 2023 21:04 0 dîtin
Welatekî din dixwaze ji Amerîkayê balafirên F-35 bikire

PeyamaKurd – Piştî çend welatên Ewropî Romanyayê jî biryar daye ku hewl bide ji Amerîkayê balafirên nifşên nû F-35an bikire.

Konseya Bilind a Ewlekariya Romanyayê (CSAT) ragihand ku armanca wan ew e ku ji bo bihêzkirina berevaniya asmanî balafirên nifşê nû F-35an ji Amerîkayê bikirin û modernîzekirina hêzên xwe yên asmanî bidomînin.

Romanya bi 650 kîlometreyan hevsînorê Ûkraynayê ye ku niha bi Rûsyayê re di nava şer de ye. Li Romanyayê herwiha hêza hevpeymana NATO ya daîmî ji sala borî ve hatiye bicihkirin û wek endameke NATOyê dixwaze hêza xwe ya asmanî hîn xurtir bike.