Îsraîl dixwaze fîlo ya sêyem ya F-35 an ji Amerîkayê bikire
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Benny Gantz ragihand ku dewleta Îsraîlê dixwaze ji Amerîkayê filoya 3 yem ya balafirên F-35 an bikire û bo peymana kirînê fonekî çêkirine da karibin perê Amerîkayê bidin. Gantz bo Televîzyona Ynetê weha ragihandiye:
“Niha 2 fîloyên me yên F-35 an hene û em ê vêya fireh bikin. Daxwaza min ji Amerîkayê ev e. Dixwazim fîloyekî dinê bikirim û bi afirandina mêzênekî dinê re dixwazim bi Amerîkayê re niqaşê bikim bê em ê çi bikin. Gelo em ê dewam bikin F-35 an bikirin an em ê derbasî balafira nêçîrê ya ya F-15 an bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin