Tirkiyê dixwaze ji Amerîkayê 40 balafirên F-6 bikire
PeyamaKurd –Tirkiyê di demeke ku cezayên ji bo kirîna sîstemên S-400 ên rûsî li ser hatine sepandin, ji kompaniya Amerîkî Lockheed Martin daxwaza kirîna 40 balafirên F-16 kir.
Li gorî nûçeya Reutersê, daxwaz ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin, lê heta niha Koşka Spî li ser mijarê ti daxuyaniyek nedaye.
Reutersê bi zarê çavkaniyeke pîşesaziya leşkerî ragihandiye Tirkiye ji bo kirîna 40 balafirên F-16 û 80 parçeyên nûjen yên ji bo balafirên berê serî li Amerîkayê daye.
Ji bo ku pêşniyara îhaleya milyar dolarî bê qebûlkirin, pêwîste Wezareta Derve ya Amerîka û piştre jî Kongreya Amerîkayê biryarê bide.
Hêjayî gotinê ye, ji her du aliyên Amerîkî û Tirk hîn derbarê mijarê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn ku beriya niha ji ber kirîna S-400ên rûsî Tirkiye ji bernameya balafirên F-35an hatibû derxistin û ceza li ser Tirkiyê hatibûn sepandin.
Herî dawî jî li ser daxuyaniyên Erdogan ên kirîna beşeke din a S-400ên rûsî, rêveberiya Joe Biden zexta cezayên li ser Tirkiyê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin