Hirvatistan, ji Tirkiyê dê 6 heb balafirên Bayraktar TB2 bikire
PeyamaKurd – Hukumeta Hirvatistanê biryarê da ku ji Tirkiyê balafira bê mirov ya bi navê ‘Bayraktar TB2’ bikire. Tirkiye heya niha ji van balafiran firotiye 30 dewletan an zêdetirê 30 dewletan.
Bayraktar TB2, ji aliyê şîrketa BAYKARê ya Tirkiyê de tê hilberîn û hukumeta Hirvatistanê biryarê da ku 6 heb ji wan ji BAYKARê bikire.
Wezîrê bergiriyê yê Hirvatistanê Ivan Anusic ragihand ku dê ji bo sîstema Bayraktar TB2 dê li dora 86,4 milyon euro pere bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin