Sandeke Tirkiyê ji bo gotûbêjên li ser mijara balafirên F-16 li Amerîkayê ye

17 November 2021 12:31 0 dîtin
Sandeke Tirkiyê ji bo gotûbêjên li ser mijara balafirên F-16 li Amerîkayê ye

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, şandeke Tirkiyê ji bo gotûbêjên li ser mijara balafirên F-16 li Amerîkayê ye.

Do 15ê Mijdara 2021an, di Parlamentoya Tirkiyê de li ser pêşniyarnameya budçeya sala 2022an gotûbêj hatin kirin û ew pêşniyara budçeyê, ji aliyê Komîsyona Budçe û Plandanînê ya Parlamentoyê ve hat qebûlkirin.

Di axaftina xwe ya di komîsyonê de Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar eşkere kir, şandeke ser bi Wezareta Berevaniyê ve ji bo gotûbêjên li ser mijara balafirên şer ên F-16 li Amerîkayê ye.

Tirkiyê ji bo kirîna balafirên F-35, 4.5 milyar dolar dabûn Amerîkayê, lê Amerîkayê ji ber kirîna sîstema berevaniyê ya S-400 ji Rûsyayê, Tirkiye ji bernameya F-35an derxistibû.

Tirkiye jî dixwaze li şûna balafirên F-35, bi bihayê pereyê ku razandiye balafirên F-16 ji Amerîkayê bikire. Tevî vê daxwaza Tirkiyê, hinek alî li Amerîkayê naxwazin welatê wan wî cûrê balafiran jî bifiroşe Tirkiyê.