Çavusoglu daxwaz ji Amerîkayê kir ku balafirên F-16 bifirose Tirkiyê
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li Washingtonê daxwaz ji Amerîkayê kir ku balafirên F-16 bifiroşe Tirkiyê û alîkariyên ji bo HSDê bi dawî bike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî civîna ligel hevpostê xwe yê Amerîkî Antony Blinken axivî û da zanîn, girîngtirîn rojeva civîna wan, pirsa balafirên F-16 bû û ew li bendê ne ku Amerîka qebûl bike balafirên F-16 bi bihayê 20 milyar dolarî bifroşe Tirkiyê û diyar kir: “Ev firotina plankirî li gorî berjewendiyên stratejîk ên hevpar ên Washington û Enqerê ye.”
Çavuşoglu di berdewamiyê de eşkere kir, tu pêwendiya kirîna balafirên F-16 bi endamtiya Swêd û Fînlandayê ji bo NATOyê de tune û divê Kongressa Amerîkayê van her du pirsan bi hev ve girênede.
Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê careke din ji Amerîkayê daxwaz kir ku dawiyê li alîkariyên ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re bîne.
Rayedarên Amerîkî berî çend rojan ji rojnameya The “Wall Street Journal” re di derbarê mijarê de eşkere kiribûn, îdareya Joe Biden ji Kongressê daxwaz dike, bi qasî 20 milyar Dolar rizamendî li ser firotina 40 balafirên şer ên F-16an bide Tirkiyê, lê belê mercê Kongressê ji bo firotina balafiran ew e ku Enqere razemendiyê ji bo tevlîbûna Swêd û Fînlanda ji bo NATOyê nîşan bide.
Herwiha Senatorê Demokrat Chris Van Hollen jî ragihandibû: “Êrîşên dubare yên Tirkiyê li ser hevalbendên me Kurdên Sûriyê, berdewamiya nêzîkbûna bi Rûsyayê re û derengxistina endamtiya Swêd û Fînlanda di NATOyê de, sedemên cidî yên dilgiraniyê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin