Amerîka ji ber têkiliyên bi Rûsya re dorpêçan danî ser 120 kes û dezgeyan

12 April 2023 23:35 0 dîtin
Amerîka ji ber têkiliyên bi Rûsya re dorpêçan danî ser 120 kes û dezgeyan

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê ji ber têkiliyên bi Rûsyayê re dorpêçan danî ser 120 kes û saziyên ji 20 welatî. Dorpêç bi sedema berdewamiya şerê di navbera Rûsya û Ûkrayna de dewam de hatin danîn. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihandina vê paketa dorpêçê bi nivîskî weha ragihand:

“Wezareta karên derve û ya Xezînê bi sedema ku Rûsya bê sebeb Ûkraynayê îşxal kiriye, pê re têkildar ji 20 welatan dorpêçan datîne ser 120 dezge û kesan.”

Di nav lîsta dorpêçan de ji Tirkiyê, Îmarat û Çînê jî kes û şîrket hene. Şîrketên ku bi wezîrê Rûsyayê yê bergiriyê Sergey Şoygu re re têkildarin şîrketa Wagner û ya Patriotê, şîrketa Çînî ya ku dîmenên satalaytê ji Rûsya re bidest dixe China HEAD Aerospace Technology Co.û King-Pai Technology HK Co. Hene.