Amerîka dikare ji Tirkiyê ji bo Ûkrayna muhîmmat bikire

02 February 2024 22:45 0 dîtin
Amerîka dikare ji Tirkiyê ji bo Ûkrayna muhîmmat bikire

PeyamaKurd – Rêvebirekî di asta bilind de yê Amerîkayê ragihandiye ku Amerîka dikare ji bo bide Ûkraynayê ji Tirkiyê muhîmmatên topê yên 155 mm yan bikire. Cîgira wezîrê karên derve ya Amerîkayê Victoria Nuland roja Sêşembê ji tv ya CNN Türkê ra ragihand ku di sanayiya bergiriyê de bi Tirkiyê re ji nûh de dest bi xebatê kirine. Nuland gotiye:

“Êdî Tirkiyê 155 mm muhîmmatan hildiberîne. Gelek pêdiviya me pê heye. Pêdiviya Ûkraynayê jî pê heye. Em li serê dixebitin.”

Amerîka ji sala 2022an de şerê Ûkraynayê ku dewam dike, ji bo stokên wê tije bikin di çapên ji hev hcuda de ji Atinayê ji bo 75.000 heb guleyan û bi Yûnanistanê re jî heman hevdîtinê dike.

MKE ya Tirkiyê di hilberîna guleyên 155 mm yan de hema yek deste û jimara hilberîna wan bi dizî digrin.