Amerîka dikare bo demkî sîlih nefirose Tirkiyê

07 May 2018 18:44 0 dîtin
Amerîka dikare bo demkî sîlih nefirose Tirkiyê

PeyamaKurd- Meclisa temsîlkaran ya Amerîkayê hûrahiya Qanûna Desthilatiya Polîtîka Parastinê ya sala 2019an ya Amerîkayê aşkera kir. Di navê de rawestandina firotina sîlihan bo Tirkiyê jî heye.

Heya niha metna qanûn nehat diyarkirin lê di komîtê de piraniya endaman Komarîne û yên demokratan kêm in. Her dû alî daxwazên xwe aşkera kirin.

Li gor têbîniyan wê ji wezareta bergiriyê di derbarê pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê de rapor bê xwestin. Heya rapor temam bibe, wê firotina alavên girîng yên parastinê bo Tirkiyê bên rawestandin.