Amerîka: Amerîka ji sîrketekî Tirkiyê 3 xettên muhîmmatan kirî
PeyamaKurd – Balyozê Amerîka yê Tirkiyê Jeffry Flake ragihand ku Amerîka ji şîrketekî Tirkiyê 3 cûre xettên muhîmmatan kiriye. Flake, ragihandina xwe di bi nivîskî di goşê rojnama Deseret Newsê ya Utahê de kir. Di nivîsa xwe de got ku asta Tirkiye ya di sanayiya bergiriyê de, ji bo temamkirina zencîreya bergiriya Amerîkayê û NATOyê gelek girîng e.
Flake got ku wezareta bergiriyê ya Amerîkayê li eyaleta Teksasê ji şîrketekî Tirk 3 xettên muhîmmatê kiriye û di sala bê de guleyên 155 mm ên ku hilberîna wan li Amerîkayê dibe, wê %30ê wan ji fabrîkên Teksasê bên temîn kirin.
Flake got ku bi sedema Amerîka destekê dide Ûkraynayê, cepilxaneyên Amerîkayê kêm dibin û ji bo çareseriyê rola hevkariya bi sanayiya bergiriya Tirkiyê re gelek girînge û di nivîsa bi navê ‘Têkiliyên xwurt yên bi Tirkiyê re di berjewendiya Amerîka de ye’ de weha dewam dike:
“Li her dû dewletan de dibe hukumet biguhirin lê erdnîgarî naguhire. Ji ber wê ye erêkirina kongrê ya firotina 40 balafirên F-16 û nûhkirina 79 balafirên F-16 ji bo Amerîka û Tirkiyê girînge. Welatên me îsbata girêdana têkiliyên duqolî û berjewendiyên hevpar dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin