Amerîka muhîmmatên ku ji Îranê bidest xist ji bo Ûkraynayê sand

04 October 2023 23:34 0 dîtin
Amerîka muhîmmatên ku ji Îranê bidest xist ji bo Ûkraynayê sand

PeyamaKurd – Fermandariya hêzên navnedî ya Amerîkayê CENTCOM ragihand ku wan ji Îranê bi bihayê 1.1 milyon dolarî muhîmmatên 7,62 mm bi dest xistine û ji bo artêşa Ûkraynayê şandine.

Hukumeta Amerîka ragihand ku ji artêşa Îranê (IRGC) di 09.12.2022an de ji keştiya bi navê MARWAN 1ê ku goya transît diçû, muhîhammatan bi dest xistine û weha dewam dike:

“Muhîmmat li dijî biryara Neteweyên Yekgirtî jimare 2216an, Îran dişand ji bo Hûsiyên Yemenê. Îran destekê dide grûbên çekdar, ewlehiya herêmê û navdewletî dixe talûkê, hêzên me, xebatkarên me yên dîplomatîk û hemwelatiyên me yên li herêmê û ewlehiya hevkarên me dixist talûkê. Li hemberê van kiryarên Îranê ji destê me çi were em ê bikin.”