Rûsya: Ne mimkun e Tirkiye S-400ên kirîne bifirose Amerîkayê
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Aleksandr Gruşko, li ser mijara ji aliyê Amerîkayê ve kirîna sîstemên parastina asmanî yên Rûsî ku Tirkiyê kirîne û hîn bikar neanîne daxuyanî da.
Gruşko li ser fişarên Amerîkayê bo S-400an li ser Tirkiyê û pêşniyara kirîna wan ji Tirkiyê got, ne mimkun e Tirkiye wan bifiroşe Amerîkayê.
Aleksandr Gruşko ji medya rûsî re li ser pirsa pêşniyara senatorê Amerîkî Whip John Thune a kirîna S-400an ji aliyê Washingtonê ve got, “Ev ne mimkun e. Hukmê her girebestekê bo bikarhênerê dawî ye. Sîstemên bi vî awayî ti carî ji bo car din bên firotin nayên kirîn.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Amerîkayê piştî kirîna S-400ên rûsî Tirkiye ji bernameya balafirên F-35an derxistibû û pîlotên tirk ên perwerde dibûn jî paşve şandibûn. Hîn jî Amerîka hewil dide Tirkiyê ji bikaranîna S-400an vegerîne bi sedema ku ne li gorî sîstemên NATOyê ne û dikevin ber yasaya dorpêçan a CAATSAyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin