Caferî: Tirkiye demografya Bakurê Sûriyê diguherîne û siyaseta tirk kirinê dike

28 October 2020 21:04 0 dîtin
Caferî: Tirkiye demografya Bakurê Sûriyê diguherîne û siyaseta tirk kirinê dike

PeyamaKurd – Nûnerê rejîma Sûriyê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar El-Caferî di civîna Konseya Ewlehiyê de got, Tirkiye dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê dewam dike û li wan herêman jî guhertina demografiyê û siyaseta tirk kirinê pêk tîne.

Caferî ji ajansa SANA ya rejîmê re axivîye û gotiye: “Rejîma Tirk dagirkirina herêmên berfireh ên bakurê Sûriyê, talankirin  û dizîna xêr û bêr û berhemên binerd ên gelê Sûriyê, koçberkirin, guhertina demografiyê û tirk kirinê dewam dike.”

Nûnerê Sûriyê El-Caferî diyar kiriye ku kiryarên Tirkiyê xeternak in û gefê li aramî û aştiya navneteweyî dixwin û daye xuyakirin: “Tawanên dewleta Tirk dê rastiya rewşa qanûnî ya herêmên Sûriyê ku dagir dike û mafên serweriyê yên Sûriyê neguhere.”

Caferî herwiha bal kişandiye destwerdan û hewldanên Tirkiyê yên li Iraq, Libya, Misir, Tûnis, Somalî, Yunanistan, Qibris, Ermenistan, Azerbeycan û dewletên din û gotiye, hindik maye destwerdana Viyanayê jî bike.