Pentagon: Nabe Tirkiye li bakurê Sûriyê gaveke yekalî biavêje

06 August 2019 10:20 0 dîtin
Pentagon: Nabe Tirkiye li bakurê Sûriyê gaveke yekalî biavêje

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (PENTAGON) derbarê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê hişyariyê dide Tirkiyê û dibêje, her gaveke leşkerî ya yekalî ji aliyê Tirkiyê ve bê avêtin, dê bandorê li berjewendiyên hevbeş ên her du aliyan bike.

Berdevkê Pentagonê Sean Robertson ji kenala “el Hurre” re ragihand, her gaveke leşkerî ya yekalî ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê bê avêtin, dê cihê nîgeraniya Amerîka be, ji ber leşkerên Amerîkî li wê navçê ne.

Robertson ragihand jî, ji bo çareserkirina gûman Tirkiyê û metirsiyên wê yên li ser sînorê bi Sûriyê re, berpirsên Pentagonê bi gotûbêjên bi berpirsên Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê re berdewam in.

Robertson red kir hûrgiliyên zêdetir derbarê wan danûstandinan bide, lê tenê bi erênî binav kir. Got jî, Pentagon red dike têrma “Herêma ewle” yan “Hêla aram” li ser sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de bikar bîne. Herwiha hêvî xwest ku di vê hefteyê de bikarin bi Tirkiyê re bigihin encamên baş.

Duhî şandeke leşkerî ya Amerîkî li ser herêma ewle li Enqerê bi berpirsên Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê civiyabû. Li gor zanyariyan, Amerîkayê du pêşnîyaz bi xwe re anîne, pêşnîyaza yekem ew e herêma ewle bi kûrahîya 15 km. û bi dirêjahîya 140km be. Pêşnîyaza duyem jî ew e, hêzên YPG di herêma ewle de namînin û li şûna wan hêzên Tirkiyê û Amerîkayê bicih bibin û çavdêrî û serkêşiya wê herêmê bikin.